Êdî li pêşiya me heta demeke dirêj hilbijartin çinînin.  Bi izneha Rebbê mezin şaredariya Geverê bi kar û barên xwe, bi xebatên xwe yên xizmetguzarî û binesaziyê  zêdetir dê di nava gel de cih bigrin. Beriya hilbijartnan min ji devê hevşaredarên me zêdtir gotinek dibihîst bajarvaniyeke ekolojik û xwezaparêz em ê amade bikin.

Ev çend roj in ez li bendê me gelo bi hatina biharê hevşaredarên e dê çi plansaziyan bikin û di nava xebatên 100 rojî de çi planên şaredariyê hene?

Beriya ku hevşaredarên Geverê planên xwe yên 100 rojî bibêjin çend pêşniyarên min ji bo hevşaredarên me hene;

Bihar hatiye êdî dem dema çandina darane çima bi pêşengya şaredariyê û alîkariya jûra çandiniyê li her gundeke Geverê bi navê kesayetên navdar yên Geverê yan jî yên Kurdan daristanek nayê avakirin? Ji bo vê yekê evqas pêwîstî bi pereyeke mezin jî naketin. Di heyama ku êdî Gund jî weke taxeke bajêr tên dîtin ji bo destpêkê karekî wiha dê têkiliyên gel û hevşaredaran qahîmtir biket.

Me got bihar hat êdî lazime biçin çiya pancar kom bikin çi ji bo zivistana xwe çi jî ji bo debara jiyana xwe ya rojane bo firotinê. Hejmareke zêde welatiyên me gundiyên me debara jiyana xwe bi ev pancarên ku bi zor û zehmetî kom dike derbas diketin. Li vê derê kareke din jî dikeve pêşiya şaredariyê ku ciheke paqij birêkûpêk ji bo ev pancarfiroşan ava bike ku hemû kes bê vê derê bi dilrihetî pancarê xwe bikre û bifiroşe

Êca êdî hêdî hêdî zozanên me jî li benda pez û bêrîvanên xwe ne û eger hevşaredarên me li zozanên me bigeriyên dê kêmasiyên Bêrîvanan daxwaz û xwastekên wan jî bibînin. Armanca şaredariyan yek jî ew e ku kevneşopiyên me, çand û hûnera me biparêzin. Bêrîvanî û çûna zozanan em bixwe ne. Şaredarî di vê mijarê de lazime plan û projeya bide pêşiya xwe heta dikarin vê yekê bikin deriyê debarekê bo geştiyariyê.

Tişta ku min destpêkê bigota ez niha bejim. Di her civînekê de di her hevdîtinekê de hevşaredarên me behsa Jinê dikin heta di her axaftinên wan de gotina dawî Jin Jiyan Azadî ye. Êêê dema ku em evqas behsa Jinê bikin lazime em keda jinên Geverê jî di her qadê de derxin pêş.

Bo mînak li Gundan gellek jinên me bi keda destê xwe neqşên bêhempa çêdikin. Gellek jinên me hene ku karên destan yên ku êd ber nemanê ne berdewam dikin, gellek jinên Jîr û zîrek hene lazime kesek destê wan bigre ku xwe pêş bixin. Ji bo vê yekê jî derfeteke mezin di destê hevşaredarên me de hene. Pêwîst biket bila bi mehan gund bi gund bigerin mal bi mal bipirsin û keç û jinên ku xîreta wan, daxwaz û hêviyên wan ji aliyê civakê ve hatine şikestin peyda bikin û pêşiya wan wekin.

Bi destê şaredariyê navendên pêşvebirina kar û pîşeyên kevnare bê vekirin, li çend deverên bajêr car caran bazarên taybet bi jinan û berhemên keda destê wan pêk tê bên vekirin dê çiqas xwe û geş û rengîn be mane?

Ma qey ciwanên me xortên me yên jinbabê ne? Di her qadên jiyanê de gotineke me ya taybet heye ‘me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi dawî bikin’ ev gotin ji bo me rênîşander e. Ji ber vê çendê di heyama ku li ser ciwanên me evrên reş û tarî zêde bûne lazime şaredarî bi plan û amadekariyên xwe yên destpêkê ji bo ciwanan demildest karîger bike. Çi di warê xwenasînê de, çi di warê çand, xweza, dîrok, hûner û zanistê de be çi jî di warê perwerdehî, verzîş û wêjeya Kurdî de be rojek ji rojan zûtir hewceye şaredarî ji bo ciwana planên xwe bixe meriyetê.

Helbet êdî dem dema Teknolojî û hişê çêkirî ye. Li Geverê gellke cih û dever hene ku şaredarî li wan deran navendên teknolojyê ava bikin da ku keç û xortên me di warê hişê çêkirî û teknolojiyê de jî derkevin pêş.

Li Geverê di bin banê şaredariyê de pêwîstiya herî mezin ew e ku dersên zimanê Kurdî bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Dimilî(Zazakî)  bê dayîn û di her qadê jiyanê de zimanê Kurdî bi awayekî  çalak bê bikaranîn. Bo mînak hevşaredara bajarê mezin ya Diyarekirê Sera Bucak projeyeke baş da destpêkirin. Her dikanek an jî kargeheke ku taze vedibe ger tabeleya xwe bi navê Kurdî amade bike dê baca (anku vergi) ji van tê vergirtin bê kêmkirin. Şaredariya Geverê jî dikare vê yekê bike.

Helbet mijareke din jî heye ku hemû dikandarên Geverê pê eciz in ev jî kirêya kargeh û dikanan e. Di vê mijarê de şaredarî dikare çi bike nizanim lê belê ger lijneyek (komîsyon) bête avakirin û ev lijne di nava dikandar û esnafan de bigere û di mijara kirêyan de nirxeke guncav bê diyarkirin dê serê dikandaran jî xwediyê dikanan jî zêde pê naêşît. Lazime di mijarên wiha de şaredarî bi sazî û rêxistinên pêwendîdar re di nava danûstandinekê de be û berpirsiyariyê vergire.

Belê ez jî baş dizanim ku deyn an jî qerê şaredariyê gellek zêde ye. Lê belê heta 5 salan bi Izneha Yezdanê dilovan şaredarî jî di destê gelê Geverê de ye. Ev tişên ku min nivîsandine di nava çend salan de dibe ku bên kirin. Pêşniyazên evqas zor û zehmet nînin. Ez di vê baweriyê de me ku dema ev proje û pêşniyazên ku min behs lê kirine bên karîgerkirin dê renûrûyê bajarê me jî biguhere.

Şaredariya me dikare ji bo van pêşniyazan li gel yekitiya ewropayê projeyên hevpar amade bike heta li gel şaredariyên bajarên mezin jî dostanî û havkariyên xurt ava bikin ku ev evrên reş li ser bajêr rakin.

Belê xwînerên ezîz êdî em ê bi Kurdî jî li pêşberî we bin

Bimînin di nava xêr û xweşiyê de.