Ji Qeşayên Spîxanê û Çiyayên Reşko Heta Şelaleya Qewalê û Zozanên Geverokê

Mirov hinek caran bi salan li welatê xwe dijî, lê ji bedewiyên wê bêhay, bêxeber dimîne. Her roj li eynî çiyayan dinêre, di eynî rêyan re diçe û tê, lê nizane li pişt wan çiyayan çi veşartî ye. Çi av ji nav zinaran diherikin, çi gol di bilindahiyan de cih digirin û çi zozan bi hatina biharê ji nû ve vedijin.

Em gelek caran ji bo dîtina bedewiyan ber bi dever û welatên dûr ve diçin. Lê çend caran ji xwe dipirsin ka em çiqas ji xwezaya welatê xwe agahdar in û nas dikin? Çawa dibe ku em navên gelek cihên dûr dizanin, lê gol, zozan û şelaleyên ku tenê çend seet ji me dûr in, nas nakin?

Belkî ji ber ku ew çiya her roj li ber çavên me ne, em êdî wan nabînin. Belkî jî ji ber ku em li vir mezin bûne, em difikirin ku me her tişt dîtiye.

Colemêrg ne tenê çiya, gol û zozan e. Ew welatê mirovên ku bi van çiyayan re mezin bûne, jiyana xwe li gor şert û mercên wan ava kirine û çand û bîranînên xwe ji nifşekî gihandine nifşekî din e. Li vir çiya ne tenê dîmenek e, zozan jî ne tenê cihê seyranê ye. Her yek di jiyana mirovên herêmê de wateyeke taybet heye.

Çiyayên ku bi her demsalê re diguherin

Xwezaya Colemêrgê di her demsalê de rûyekî cuda nîşan dide.

Di zivistanê de çiyayên wê di bin berfê de dimînin. Mij hinek caran wan ji ber çavan veşêre, hinek caran jî serê wan ji nav ewrên spî xuya dibe. Lê bi hatina biharê, berf dihele, av ji nav zinaran diherike û zozan bi rengên cûrbicûr vedijin.

Bi hatina biharê re jiyana mirovên herêmê jî diguhere. Malbatên ku bi heywandariyê debara xwe dikin, ber bi zozanan ve diçin. Dengê zengilên pez, bêhna giyayên çiyayan û dûmana ku ji konên zozanan bilind dibe, beşek ji jiyana havînê ne.

Ji bo kesekî ku ji bajêr tê, ev dever dikarin cihên seyranê bin. Lê ji bo mirovên ku li wir dijîn, zozan cihê kedê û debara jiyanê ye. Di pişt wê bedewiya ku em di wêneyan de dibînin, gelek kar û zehmetî heye.

Spîxan: Li navbera zivistan û biharê

Pênc sal berê, dema min dest bi gerên xwezaya Colemêrgê kir, yek ji cihên ku herî zêde di bîra min de ma Spîxan bû.

Piştî rêwîtiya bi erebeyê, em nêzîkî du seetan ber bi qeşayên Spîxanê ve meşiyan. Li hin deveran hêj berf hebû. Avên sar ji nav keviran diherikîn û li kêleka wan gul û giyayên nû şîn dibûn.

Dema em gihîştin qeşayên Spîxanê, li aliyekî berf û qeşayên mezin hebûn, li aliyê din şînkayî û çîçekên biharê. Du demsal li eynî cihî hev didîtin.

Di nav çiyayên bilind de qeşayên mezin, avên ku ji wan diherikîn û gola li pêşiya wan, dîmenekî ku mirov bi hêsanî ji bîr nake, çêdikirin.

Di rê de me guhdariya çîrokên kesên ku herêm nas dikirin jî dikir. Navên çiya, zinar û deveran, bîranînên mirovên ku berê li wan deran jiyabûn, rêwîtiya me dewlemendtir dikirin.

Li wir me agir pêxist, çayek qaçax dem kir û li hember wê bergehê menzereyê rûniştin. Di wê kêliyê de min ji xwe pirsî: Çawa dibe ku em li van axan mezin bibin, lê bi salan ji van hemû bedewiyan bêhay, bêxeber bimînin?

Sûlava Qewalê(Kaval Şelalesi): Aramiya di nav dengê avê de

Hefteyek piştî Spîxanê, rêya min ber bi Sûlava Qewalê ve ket.

Piştî rêyeke hinekî dijwar, di nav şînkayiyeke mezin de golek biçûk li ber çavên me diyar bû. Ava wê zelal bû û li derdora wê giyayên kesk hebûn.

Ya ku herî zêde bala min kişand, şînkayiya ku ber bi ser avê ve dirêj dibû bû. Av ji ser wan giyayan ber bi jêr ve diherikî. Wek ku xwezayê perdeyek ji şînkayiyê çêkiribe û av ji ser wê de birije .

Dengê avê û bayê sar ê çiyayan aramiyeke taybet didan wê derê.

Piştî Qewalê, rêwîtiyên min ber bi Sûlava Orê, Sûlava Marînusê û gelek golên din ên ku di nav çiyayên Colemêrgê de veşartî mane, berdewam kirin. Her dever bedewiyeke cuda hebû. Hinek ji wan wisa paqij û bêdeng bûn ku mirov dixwest ew aramî tu carî neyê xerakirin.

Geverok: Li wir ku mirov xwe ji nû ve dibîne

Di nav hemû wan rêwîtiyan de, Geverok cihêkî taybet di bîranînên min de girt.

Rêya wê dirêj û dijwar bû. Piştî rêwîtiya bi erebeyê, em nêzîkî pênc seetan di nav gelî, dol, zinar û çiyayên bilind de meşiyan.

Ji her aliyê av diherikî. Giyayên cûrbicûr, bêhna zozanan û bayê sar ê bilindahiyan, mirov di nav dinyayeke din de dihêla. Li hinek deveran şopên destê mirovan pir kêm bûn. Xweza wisa diyar dikir ku wekî hêj kesî dest lê nedabe.

Lê Geverok tenê ji bo kesên ku ji bo gerê diçin wir ne girîng e. Ew zozan ji bo gelek malbatan beşek ji jiyanê ne. Li van bilindahiyan mirov bi salan pez û heywan xwedî kirine, bi şert û mercên dijwar jiyane û çanda zozanan ji nifşekî derbasî nifşekî din kirine.

Ji bo me ew rêwîtî bû; ji bo hinek kesan jiyana rojane ye.

Piştî meşeke dirêj em gihîştin Gola Bêlmasorê(Kırmızıtaş Gölü). Gola ku di nav çiyayên bilind de cih digirt, hemû westiyana rê ji bîra me bir.

Lê di vegerê de me rêya xwe winda kir. Şev tarî dibû, em westiyayî bûn û hinek kesên di nav koma me de tirsiyan. Piştî gelek hewldanan me rêya xwe peyda kir û derengê şevê gihîştin cihê erebeyan.

Li wir me agir pêxist, çay dem kir û bi hev re qala serpêhatiya xwe kir.

Îro dema Geverok tê bîra min, ne tenê gola wê û çiyayên wê tên ber çavên min. Ew meş, ew zehmetî, hevaltî û kêfxweşiya ku me pêkve parve kir jî tên bîra min.

Bedewiya Colemêrgê di mirovên wê de jî heye

Dema em qala Colemêrgê dikin, pir caran çiyayên bilind, golên zelal û zozanên wê tên bîra me. Lê ev erdnîgarî bê mirovên xwe nikare bi temamî were nasîn.

Li van çiyayan gelek nifş mezin bûne. Mirovan di şert û mercên dijwar de jiyana xwe ava kiriye, bi ked û zehmetiyê debara xwe kiriye û çand û zimanê xwe parastiye.

Her gund xwediyê çîrokên xwe ye. Her zozan bîranînên malbatên ku sal bi sal ber bi wê ve çûne, di hundirê xwe de dihewîne.

Dengê dengbêjan, stranên kevn, çîrokên kal û pîran û navên ku miletê vê ji çiya, zinar û golan re dane, hemû beşek ji dewlemendiya Colemêrgê ne.

Mêvanperweriya mirovên herêmê jî ji vê çandê ve nayê veqetandin. Li van deveran çayek ku li ser agir tê amadekirin, ne tenê vexwarinek e. Ew hinek caran dibe destpêka sohbetekê, nasînekê an jî bîranînekê.

Ji ber vê yekê, nasîna Colemêrgê ne tenê bi dîtina çiyayên wê pêk tê. Divê mirov çîrokên wê jî bibihîze.

Ev bedewî divê ji bo nifşên paşerojê jî bimîne

Di van rêwîtiyan de tiştekî din jî bala min kişand. Li hinek deveran, li kêleka avên zelal û di nav şînkayiyê de, çopên ku ziyaretvan li pişt xwe hêlabûn diyar dikirin..

Colemêrg xwediyê potansiyela tûrîzmeke mezin e. Nasandina van deveran dikare ji bo aboriya herêmê derfetên nû biafirîne. Lê turîzma bê rêkûpêk dikare di demeke kurt de zirarê bide bedewiyên ku xwezayê bi hezaran salan afirandine.

Ji ber vê yekê divê rêveberiyên herêmê tedbîrên pêwîst bigirin. Hem gelê herêmê hem jî ziyaretvan bi rêya perwerdehî û peyamên hişyarkirinê di derbarê parastina xwezayê de werin agahdarkirin.

Lê berpirsiyarî ne tenê ya saziyên fermî ye. Her kesê ku diçe van deveran, divê bi hişyariyê hereket bike.

Em dikarin biçin, bibînin, wêneyan bikişînin û kêfa xwe derxin. Lê dema em vedigerin, divê çop û tiştekî ku zirarê bide xwezayê li pişt xwe nehêlin.

Van çiyayan ji nifşên berê gihîştine me. Parastina wan ji bo nifşên paşerojê berpirsiyariya me ye.

Ma em çiqas welatê xwe nas dikin?

Piştî van hemû rêwîtiyan, min bêtir fêm kir ku mirov dikare bi salan li welatê xwe bijî, lê rojekê ji nû ve dest bi nasîna wî bike.

Ji qeşayên Spîxanê(Cennet-Cehennem Buzulları) heta çiyayên Reşko, ji Sûlava Qewalê heta zozanên Geverokê, Colemêrg di her goşeyekê de bedewiyeke cuda dihewîne.

Lê dewlemendiya wê ne tenê di van dîmenan de ye. Ew di jiyana mirovên wê, di çanda zozanan, di stranên dengbêjan û di bîranînên ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin de jî heye.

Pênc sal berê, dema min dest bi van rêwîtiyan kir, min nedizanî ku ew ê nêrîna min a li ser welatê xwe ewqas biguherînin.

Îro jî gelek rê, çiya, gol û zozanên Colemêrgê hene ku min hêj nedîtine. Gelek çîrok hene ku min hêj nebihîstine.

Belkî nasîna welatê xwe jî tiştekî wiha ye. Her çiqas mirov bêtir dibîne, ewqas bêtir fêm dike ku hêj gelek tişt hene ku nizane.

Û belkî jî pirsa ku divê em hemû ji xwe bikin ev e:

Ma me Colemêrg bi rastî dîtiye, yan em tenê li wir jiyane?